oxir be hevalno!
oxir be ji we re!
şehê min neynika min
bibin bi xwe re
bang e, sihar e
û wextê şer e
herin min bihêlin
min bihêlin li hire!
li hire; heyva herî b'ronî
li hire; roja herî dijwar
Bagok gotine jê re;
himbêz bi têhn e, tenik in sihar
ne gundek şên e li hire
li hire ne bilûra şivên
êvar êvar hew şalûl distirên
bi baye bakur re difirin û tên
qasidên sermayeke sext in pisîkên bayî
li hire ez û vî çiyayî
li hire ax û şer
Dêra Çomera kerr
şeperze
li Geliyên Sosinan sosinên stû-xilyayî
Weke hemû hatinan dîsa têm
xirî xalî me, hêlek min dojeh, yek bihuşt
te çi hişt ku tu dil bikujî
di min de çi hişt?
çavên min kaniyên dêm
niha me, ev kêlî, ev kat im.
Şair ez im lê...
hat: ku min bike şair
ne ji min, ji şi rê hez kir
rahişt ristê, li vir hiştim
piştî ku çû têgihîştim
ku şa'ïr ez im
lê şi'r bû ewa ku çû
hij min dike hij min nake?
ev beybûna viran dike
yekê din ji axê rake
nebû, yeke din ber re rake...
hij te bike, hij te neke
li beybûnê wisa neke
evîndaro!
gunehê kulîlkê çi ye?...