Û dawî emê pişta xwe bidin darekî
Xweza me çi xweş xwîya dike Dilo
Bala xwe bidê Dilo! Hespên qereçîn
Çi azad xwîya dikin ne wisa Dilo?
Berê em zarok bûn tu xem tine bû
Barê me tim ser pişta dê û bavê me
Çi barek şirîn Dilo! Qet aciz ne dikir
Ew bar gelo çima me girane Dilo?
Gava em digiştin sibehê dengê çivîkan
Çi dengek xweş bû Dilo! Aramî dida
Ew çivîk li kûne ? Gelo ew tim kuştin
Êdî dengê wan nayê gelo em kerr in
Roj bi roj rêdikin ber mirinê Dilo
Binêr lê kal û pîrên me tev mirin
Berê destê pîra min nav porê min bû
Ew li kû ye? Bin axê bûye xwelî ew?
ᎮᎥ̂ᏒᏂᏋᏉᎧᏦ