Av ji kanîya di herike
Tav bi çavê Vera di beriqe
Kurd be war û welat e
Dîtina Vera niştiman e
Ax Vera, wax Vera
Te dil li min kir baxçê gula
Tu şêrîna mala dila kulîlka navber çiya
Nizanim te min bi xwe ve çewa girêda
Tenê tu yî êş û dermana dila
Tim evîndarê te me. Ne tenê bihara, havîn û zivistana.