KEŞTİYA BAYÊ
Ji welatê şînê ber bi cotmehê ve baskên perpisandî bûn min çi sermîyan hebe
Tu dihatî ji nav refa kewên birîndar, di çavên te de xweliya şevbayê xemê
Di sînga min de bêhna pizirkên zaroktiyê ku tikes ne dermanê xwe bû
Yek ji nişkê ve radibû, berçavka xwe dişikand, rûyê xwe dimerisand
Asoya li pişt kolanan veşartî, gazî dikir ji deşteke bêserûbinî, dilîland
Û wî bajarê bi zimanekî din honandî, qesta parsûyên min ên kêrkirî dikir
Xizanî, ku dînê evînê ye, li ber rawestgehan ji hev derdixist birû û bijangên me
Tu dihatî, mîna ti kes ji ti kesî hez nekiribe mîna ti kes ji ti kesî ji ti kesî
Min hestek dimeyand ku jê re bibêjim evîn mîna şemamoka dardekirî xemgîn
Kolanên anqere tijî dibûn bi Ezirgana te û kefa destê min bi ramûsanên te
Elewiyên şeve bûn em, qulingên demê bûn; me ti fikarek tinebû ji rojê
Te stran digotin bi kirmanckiya xwe ya fireh, Çerx û sema digeriya li dor porê te
Kûrahîyek, avek, xewnerojek û li şûna simbêlên min bîranînên kitanî
Çi dibêjin, belkî tiştekî nabêjin bo xortaniya min a bi du zermemikên te xwêdayî
Ji bo xatirê qehweyan û parkan here bibîne wê jûra bi pênûsa min beriqî
Bibine ku çi mirîyekî çeleng bûm, teliyayî li ber tîrên gewrebozan
Qîzînên serdevraketî, bulwarên streîl; kevnefeodalîteya liberşevêketî
Şaşîya bi kevnehavînekê re pal dayî; ku eşq jiyan bû bo min, lê telefat li cem te
Niha çi bikim çavikek li dolabeke şikestî nayê, dûkela çermê te li ser lêvan
Êvar bihesibîne çûyîna ewran berê min her li ku be, bêje `çûyîn çi peyveke dirêj e`
Bêje `tûşî tiştan bûm, bi gellek tiştan dizanim gellekî cemidîm piştî xewnê`
Bi rikeke demode di orkestraya qerebalixê de kemaneke jiheddêxwederketî
Lê ax nîne ji dilpakîyê zêdetir min ‘ebayek, bi min re diaxêve şûna birîna min jî
Navê min bibihîze gava dergîstiyan demê dizîn bi navranên