Di dilê min de mirin, sawên reşqeratî
xêz nedikir, bêro dimam carinan
min şopa royê winda nedikir, li ser
zimanê min çend peyvên gulîmifte û
pisporê min bezîna berikên rêvekirbûn
Di zarotiya xwe de ey kulma koletiyê,
min tu helandî di nav şîrê dayika pîroz de
Bi kenê xwe ê qerqaş min tu
qewitandî li ser sormemikên têrbûnê
Li ser lêvên jîneza min
Ez baş dizanim,
Mirin gelek ditirse ji min
Lê dîsa ji ez qet naxwazim rûyê wê bibînim!..
I
Mirinê xwe li qirika min da
Ez bê nefes hiştim bêdem û wext
Min li ber xwe da dîsa
“ji bo Welî, Rustem, Nûman
û hemû hestîwendayan”
(Qefleyek mirov digeriyan di kontara çiyê de, karê xwe yê liservebûyî pêk dianîn… Digeriyan di bin taldan de, li nava deviyan… Derwêş sekinî û çok da erdê, pêşî duayek kir, piştre bi destan axê veda û hestiyekî reşbûyî derxist…
Sê çar kes lê kom bûn, hêdî hêdî qefle tev lê civiya…)
Derwêş
“hê jî
Li me diariya xewa stranên takekesî
Û îskeîskên me yên çil û çar esrînî ye bîska din
Dizîka diêşim, kes bi xulqê asîmanan nizane
Qira qirdê me tîne, şop û aşop her tenêtî ye
Belam zane û kane ye, banû û bane ye
Kevan kevaniyên vegotinê
(Veder, derbikdêr û destêwer e
Heke simbil li ber bê bireqisin, dadixwe ji vegotinê)
Xwedê hêlîna teyrê kor hildiweşand
Di biharên kamilbûyî de ligel hewiya daran
Evîn azîneya herî zînde
Tu yê hîn bikî teyro, koro!
Devê min no, diranên min ko
Tu û êş litûfên Xwedê ne, pelê te vê yekê li xwe danaynin
Li beriyê deşîfre bûye gerîllayeke ziravstûr
Dê bişibe dilê me, li ku razê dê li wir bizê
Dûre fermana hestûyê me radibe
Çûyîn jî ditewe bi fer-manê re
Dilê min zebeşê kêrê
-ev jî kurdbesqûe ye; alima zilmê, zalim!-