Medîne ye çi xweş Medîne
Dil dixwaze her tim te bibîne
Ê ku bîhna te kişandiye
Her tim gêj û dîn e
Çav carek te dîtiye
Dil û ceger bi xwîn e
Carek were xewnên me
Em bînin nûra te
Ev umr bibe gorî te
Ey Resul! Ey Resul!
Em evîndarên te ne
21ê Adarê 2016
Îzmîr
Mihemedê Nojdar
Ey dil were carek bi coş
Ley meclisa pir zewq û xoş
Guh bidine sohbetek xoş
Dikeyn behsa Zembîlfiroş
Zembîlfroş kurê mîran e
Lawe ku bejin reyhan e
Xwedan koçek û dîwan e
Le keyf û seyran şev û roj
Miradxanê Bazîdî
Ey dil were carek bi coş
Ley meclisa pir zewq û xoş
Guh bidine sohbetek xoş
Dikeyn behsa Zembîlfiroş
Zembîlfroş kurê mîran e
Lawe ku bejin reyhan e
Xwedan koçek û dîwan e
Le keyf û seyran şev û roj