Tu gul î, tu beybîn î
ji derdan re derman î
carek were min bibînî
were zalim de were,
were rinda'm de were,
were cana'm de were
Were delalê
Dibişire ey yarê
Weke heyvê, wek tavê
Were kulîlka biharê
Were cana'm de were,
were rinda'm de were,
were gewra'm de were
Were delalé
Sebahu l-xeyri xanê min
şehê şêrîn zebanê min
Tu yî rûh û rewanê min
Bibit qurban te canê min
Te`ale l-lah çi zat î tu
çi wê şêrînsifat î tu
Ne wek qend û nebat î tu
Yeqîn rûh û heyat î tu
Yek sebr û mala min heye
Dost û hevala min heye
Gula xeyala min heye
Carek were sebra minê
Sebra minê, mala minê
Nûroz û sersala minê
Herdem di nêv bala minê
Carek were sebra minê
Dilxwazê dîdara te me
Herdem di gulzara te me
Wek rojî,êvara te me
Carek were sebra minê
Wan tîpê biskê reşxelek
Wan awirên çavên belek
Êrîş kirin dil yek, bi yek
Carek were sebra minê
...