Sebahul Xeyrî Xanê Min • Melayê Cizîrî
Sebahu l-xeyri xanê min şehê şêrîn zebanê min Tu yî rûh û rewanê min Bibit qurban te canê min Te`ale l-lah çi zat î tu çi wê şêrînsifat î tu Ne wek qend û nebat î tu Yeqîn rûh û heyat î tu
Neyşekera Gerden Ji Ac • Melayê Cizîrî
Neyşekera gerden ji `ac Dîsa ji reştûzên semed Qewsên li bala ferq û tac Keyber reşandin bê`eded Keyber reşandin bêhisab Misrî ko dan sîqal û tab Sed Ristem û Efrasiyab
Reklam
Nazikek Min Di Seherê Dît • Melayê Cizîrî
Nazikek min seherê dî bi cemala xwe ne wek Hor û wildan û perî bûne beşer bûne melek Wer temaşayê şehîdên xwe ke carek tu binê »Ehsene l-lahu we-tebarek« ji du çehvên di belek Sinbilên ter li gulan pal-i bi mestî diderin Sosinên taze li nisrînwereqan bûne helek Nazika min ko bi mestî di çemen hat-i xeram Ji hesed çûne xusûfê meh û mihr-i di
Lillahil Hemd Ji Yarê Me • Melayê Cizîrî
Li-llahi l-hemd ji yarê me di dest cam e lebaleb Ji lebê noşê peyapey di dil ilham e lebaleb Di riya wan xet û xalan ko ne herfên qelemê ne Me ji feyda te ye mestane rewan ça me lebaleb Mestê şehkasê meya cezibeyên rûhî didîn Rûh dizanit ko ji ber lezzetê `işq mame lebaleb Nêrgiza mest-i ji bala çimena sinbil û gul tê Qedehê taze bi destê xwe
Îro Mi Dî Weqtê Seher • Melayê Cizîrî
îro mi dî weqtê seher Ew dilbera sundus di ber Dîsa di lebsê sor û zer Nûrek munezzeh bû beşer Biskên siyah xalên di qer Reşkagulê zulf çûne ser Eswed bû da`im secde ber Min bestî `eqda niyyetê
Birînên xwe kom bikê îşev jî navê me bû hêvî Carek din helbest û stran hatin gotin ji bo navêk bîyani Be war ketim çol û çîyayan vê Bi dilêq giş mezin fikrêk xwedi nîştiman. Bandora min û te peymanêk ava bu bi baweri'ya hemû kitebên pîroz were îro jî em bûn hêvî Dawudê Hesîbê
Reklam
Zembilfiroş
Ey dil were dîsan bicoş Carek ji caran mey binûş, Bikin qiseta Zembîlfiroş, Da seh bikin hikayetê. Zembîlfiroş lawkê rewal bû, Bi kilfet û ehl û eyal bû, Husnekî Usiv Lili bal bû,
Lew li min der bûne birînan, dihêrim ah û elemê Were seyyadê hezînan, bes bike qala weremê Ne’lînên ‘uşşaqî rabûn, kadîna ‘işqê zuwa bû Êdî hew Zînê xuya bû, ruh li ber kaşê kelemê Neguvêş min di narê xwo, bes guh de qêrînên ezê Hatina min bi mûyekî, ne bi qesr û payî textên vê demê Kengî vî barî dirakim, çawa karibim derêxim Ne ji welat dikarim çim, ne ji te ez revemê Kanîya baxê buhuştê, nûreya bedra munîr î Derî û pace vekirim, kanê ew bêhna qeşemê Min di dil de heye tenûr, ne tenê bi şev e sohtin Bîst û çar sa’etan her, disojim wax mu’teberê Ez nikarim xwe hebînim, bê niyaz û derd û ney Hew dikarim bikenim qey, lew li min rabûye Memê Kewîna êş û birînan, carekê nakit pirsîyar Bes qeweta min nemaye, were min bibe îremê Her wekî zahir dikim ez, hesret û bêrî û hestan Heta hebe ev ‘illet, darûxwaz im vê mulhemê
»Sebahu l-xeyri ya xanim«
Sebahu l-xeyri xanê min şehê şêrîn zebanê min Tu yî rûh û rewanê min Bibit qurban te canê min Te`ale l-lah çi zat î tu çi wê şêrînsifat î tu Ne wek qend û nebat î tu Yeqîn rûh û heyat î tu
Sayfa 248
Dayîka Helbesta • Jîr Jan Amedî
Peyman ji te re Setare An pêşveçûn û hebûn An mirin Bi hevre Dîtina te Setare Zanim ji min re belaye
246 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.