+Tu dikarî alfabeyekê ji bo miletekî çawan tarîf bikî? Alfabe çi ye!
-Elfabê alek e, ala biserxwebûna heyîna me a edebî ye. Berê di ser keleha me a edebî re alên biyaniyan li ba dibûn. Di vê rojê de kurdmancan ew al daxistin, çirandin û li şûnawan ala xwe a milî daçikandin û ji hêsîriya wan bandêran filitîn, xwe dan ber siha bandera xwe û di vê qadê de bûne biserxwe.