Li welatê me ji gotin hem bi şixule dilovaniye rabûbû û çirok, riwayet û serpêhati afirandibûn da ku me bizanibüya ta dewr û dewranên me yên borî çawan bûn, hem ji bi şixule tîr, mirtal, şûr û tivingê rabûbû û hin însan, ehl, qewm û ziman bi nax kiribûn. Gotin hertim hem di xizmeta derewan hem ji di xizmeta rastiye de bû. Ez ji ders û tecrubeyên heyata xwe hin bu bûm ku gotin diviya di xizmeta insên de büya û birinen insen, ku insan çu carê bêbirin nedibu, bicebiranda.
Zîmân
Dil pir dixwaze ku Hêvî hêviya kurdanbe, Di warê ziman û zanistî her xwedî şanbe, Zaravayên me bighîne serhev di pêşende, Kurdan nehêle di nava cihanê şermende, Heya bi îro em tenê bê zar û ziman bûn, Di nava gelan pir bi şûnda gelek nezanbûn, î ro jî dibînim gelek xwendayên me kurdan, Gelparêzin ew haya wana nîne ji ziman, çawan bê ziman gel di cîhan tête parastin? Bi çi lebatî maf û rûmet hatine xwestin… Tenê bi ziman mirov cuda bûye ji dehban, Pê xwend zana bû firiya xwe gihande ezman Lewre divê em ji bo ziman xwe biwestînin, Heya bikarin kurdan ji tengiye derînin, Bijîn kesên kû ji bo ziman dikin xebatê, Ew in berê gel diguhêzin rêya felatê. 20.01.1984
Reklam
Lawê Gel
Lawê gelê min, bes tu ma ye qels û nivistî, Di warê xebat, ji bo welat gelekî sist î , Bêgane ma ye ji mafê gel, ma tu naêşî ?, Ha xortên cîhan bi hezaran xwe didin kûştin, Holê dikarin gel vejînin bi rûmet û şan, Qîma xwe nanîn bi bindestî, divê aza bin, Ji bo van kesan, di nava gel, qet mirin nîne, Dîrok dibêje: Kurd jî berê pir fedakar bûn, Iro
Ho xort! Xortê kurd. Pêşengê xebat. Hêviya welat. Kurê bav û dê. Ji bo azadî. Ji bo serbestî. Bi şev û bi roj,
Ji dîwana Bahoz, şam, 1956
Gurê pîr
Dibên li nav Xidirsor, di binhêla Kawê jor, gurek bûbû pîr û jar. Pê nedibûn raw û kar. Dît gurekî pişt hêşîn, şeng û oflaz û narîn.
Feleka Bêbext
Feleka bêbext şikand darê min Nema kes rûniştî li ber arê min Ji du hezar sal hey bi îro Azadî nema di nav warê min Zorkerên bêbav bi fend û xapan Di berhev xistin dost û yarê min
Reklam
Dayê!
Bi erd û ezman, bi navê xwedê Nizam bi çi rûy dibêjim yadê Min tu hêlayî dilkul û xemxwar Ji lewre îro şermende rûsar Tînim bîra xwe salên ku borî Jibo kama min çer bûyî gorî Goriyek bêdeng, bê gilî, gazin Te pirr êş dîtin bo armanca min Ji min kiz nebû dilê te yê girs Lê nebûn mêvan ne qelsî, ne tirs Wî qenc nasîbû dûşa min a rast Ji lewre bo min
Çep
Ez bi xwe çepim çep dimeşim, dê çep bimînim Bi ramana xwe di çepiyê qencî dibînim, Ne bi terî bim ji bo çepan doza xwe berdim Gava bixapim di vî warî teqez ne merdim. çepê mafê min bi zor bixwê ew kolîdare. çawan di be çep? Ne mirove, ew segê hare, Neyê bîra we ku ez bêjim roava başe, Kû wê hêviyê ji min bike gelekî şaşe, Tenê dibêjim herdu serî ne dilovanin, Ji bo kara xwe sitemkarin wekî guranin, Ji me re divê nebin dûvik, em ji bo xwe bin Bo parastina giyanê xwe jîr û zana bin.
çivanên me, çivanên me bo pêşende gelek rastin, Heyîna me, giyanê me bi vî rengî tê parastin, Bê dîtin, peyv û rûniştin çawan dê binasin hev, Bê nasîn em nikarin qet xwe bighînin xebata tev, Divê yekdest digelhev bin bi derdê xwe biramin em, Di nav cîhan rê û rêzan gelek pir bûn bizanin vê, Peyayên miletên mayî ji bona xwe bi rêber kin, çi gava em bi pê wan din dibin kolî ji bona wan, Vemalin zend û bendên xwe bo pêşende xwe li kar kin, Gelê xwe yê di xew mayî bi awakî hûn hişyar kin,
Azadîya Kerê
Nêrîkî kovî hilmeştî û şeng, Hate wî pêjna zirîna kerê, Dixwest bizane ka kî dizirî, Hew dît kerê reş dike qoreqor, Li ser pişta wî kurtanê kevnar, Di histû zengil, di serî hefsar, Hate nik kovî gelek sergiran, Digote kovî : “ tu çi teba yî ? Bêkes li çolan wa serberda yî, Bo çi bernadî van rêl û govan, Were te bibim nava mirovan, Ne heyfe holê bê
Reklam
porê min poçaxa şêrê nêr ku tu caran nehatiye şehkirin gemarî lê car caran bi bayê bezê hatiye firkandin serê xwe deyne ser axîna dilê min li binê asîmanê şîn barana ku wê rojê bi ser me de bariyabû bifikire ku çawan bûbû peroşên evînê û di nava valahiya wextê de mîna xelekên li ser rûyê avê wenda bûbûn di nava xwîna me ya bizotkî de êdî ji serî heta binî em bûbûn evîn gava ku em dimeşiyan li ser piyan, enîskên me bi devê laşê bayê hevdu maçî dikirin bi serê sermest ji min bawer bike sond dixwim bi serê stêrkên wê bihara ku, bi bêhna sincan û bi bêhna pûngê xemilandî ez ê bi şêrê evînê re şer nekim êdî.
Ji Rena Nêgizên Tey • Melayê Cizîrî
Ji re`na nêgizên tey mest û xwînrîz Zeman bû `ehdê ceng engîzê Cengîz Te canê min divêt ey canê `alem Ji min bistîn bi le`lên xwey şekerrîz Du `enber bû li şimşadê bi mestî Vebestin lew hewa bû `enberamîz
Ev heft salên min temam e, ez kor bûme, min ji hekîm û doxtoran hêvî biriye, li hêviya quwet û hîkmeta Sîpanê Xelatê mame...Gula mine, şîrhelalê, bila şîre te li te helal be, ka em binihêrin, dawiya me çawan dibe..
Şev? Gelo şevên dirêj û xedar ên welatê xerîbiyê dê çawan derbas bibin? Evîn û bihuşta evînê? Ew li kû ne, xwe li kû veşartine?
268 öğeden 1 ile 15 arasındakiler gösteriliyor.