Bi navê yezdanê pakî dilovan û mehrîban
Bendî şems im, di roje de tav u hewat im
Di derya de qiram, di ajda de reng û pak im
Di ava zemre de, zelal û dirî sak im
Rojê ez bîst carî
Dibêjim: "Ya Rebî,
Çima cahil nîn im?"
Wextê ku li gund dimînim.
Rojê hezar carî
Dibêjim: "Ya Rebî,
Çima cahil nîn im?"
Wextê ku li bajêr im.
Rojê... ax, ya Rebî,
Bide'm evdê sebî,
Cî û warekî wisa,
Wekî nebê'm dîsa:
"Çima cahil nîn im?
Çima cahil nîn im?"
Dinya, tu çiqasî delal î:
Bi êvar û berbangên safî ve,
Bi erş û esmanê xikîxalî,
Bi mêrg û çîmanên avî ve.
...
Ya Rebî, em ê jî bên birrîn,
Ji keys û kubra dinyayê?
Nebînin rûyê Şemsê porzêrîn,
Nebihê'n hetanî hetayê?