Cîhan ne xirab û xale ne jî wêrane
Nebêje ya min e û bê xwedî xwedane
Li zincîr û leleyên nebat, ax û avê binêre
Tê bibînê kilîd û qurfên razê girêdane
Bi navê yezdanê pakî dilovan û mehrîban
Bendî şems im, di roje de tav u hewat im
Di derya de qiram, di ajda de reng û pak im
Di ava zemre de, zelal û dirî sak im
Di xewnekî de asê mam. Li alîyek Melayê Cizîrî, li alîyek Ehmedê Xanî. Xewnekî rasteqîn? Na. Hinek tişt efsûnî ne, hinek tişt aloz û hinek tişt jî bi gotinên sivik ra nayên bilêvkirin. Bêhna rabirdû, dema niha dorpêç dike.Di navbera rabirdû û dahatû de digevize mirov. Lêkerên gerguhêz û lêkerên negerguhêz maymayî ne. Di berîka min de xwekuştinek derengmayî, dimeşim. Bes û hew dimeşim
Ente fikrî fî fûadî, ente rûhî fî cesed
Leşkerê xemhayê to milkê dilem wîranî kerd
Dade geldim işq elinden, îsterem senden meded
Wan Tetaran birne yexma ‘eql û dîn û mulk û mal
Ehmedê Xanî -Çar Goşe