“ Wî ev gotin kirin, lêbelê min
çu tişt ji wî fam nekir û min tê
dernexist bê dewlet çawan
dibe bav. Ku ew bûya, nexwe
ji ber heya wê kêlîkê jî li wî gundî
bû û gava ku dihate malê jî,
ji tirsa qeymeqamî
dernedikete sûke!?”
" Ne hewce bû ku tu biçûya dûr, dêya te, belengazê, tu peyvên tirkî nizanîbûn û camêr digot kurd tunene. Weke ku bibêje ro tuneye, heyv, stêrk tunene. Çawan gelek dihate înkarkirin?.. "