Kesên ku di dinye de gunehan nekiriye, kî ye, bibeje U kesê ku gunehan nekiriye, çawan jiyaye, bibeje Min xirabi kir û te ji bi xirabi li min vegerand Êdi di navbera min û te de çi ferq heye, bibêje...
Em hemû pê dizanin ka dijmin çawan êrîşê gele kurd
dikin Ew ne bi tenê bi ordî û eskerên xwe digel
eskerên xwe bi siyaset û îdeolojiyên xwe bi kulturen
xwe bi edebiyat tore û edetên
ziman -xwendegeh -radyo -telewîzyonên muzîk-kinc-xwarin
û vexwarin û şêweyên jiyanen xwe
jî erîşî gele kurd dikin...
Şev hişyar dibe û însan û însanetî dest pê dikin û radizên... Gelo ev yeka ji bo me însanan qeder e? Siûda însan û
însanetîyê ev e?... Lê wisan dixuye ku qedera min dê weke
qedera însanên din nebe. Belê, ew dê nebe... Ez bî vê yekê kêfxweş dibim. Ez çawan binivîsim... çavên min hew weke
berê ne, ez hêdî hêdî kor dibim... Her tişt lî ber çavên min
reş dibin. Ez hew dikarim binivîsim û bixwînim. Ez dibim
şirîkê dinya tarî. Ez dê, êdî, xwe berdim hembeza dinya
tarî û li stranên wê guhdarî bikim... di nav xewnen wê de bigerim. Ez dizanim; ez dê di dinya xwe ya nû de tiştên nû
keşf bikim û kêfxweşiyên nû bibînim.
Li welatê me ji gotin hem bi şixule dilovaniye rabûbû û çirok, riwayet û serpêhati afirandibûn da ku me bizanibüya ta dewr û dewranên me yên borî çawan bûn, hem ji bi şixule tîr, mirtal, şûr û tivingê rabûbû û hin însan, ehl, qewm û ziman bi nax kiribûn. Gotin hertim hem di xizmeta derewan hem ji di xizmeta rastiye de bû. Ez ji ders û tecrubeyên heyata xwe hin bu bûm ku gotin diviya di xizmeta insên de büya û birinen insen, ku insan çu carê bêbirin nedibu, bicebiranda.