Şev? Gelo şevên dirêj û xedar ên welatê xerîbiyê dê çawan derbas bibin? Evîn û bihuşta evînê? Ew li kû ne, xwe li kû veşartine?
Em niha çawan û bi kîjan gotinan bikaribin Gulê salix bidin?.. Ew çilkeke zêr, dilopeke şîr bû. Porê wê zêr û dirêj, bejn û endama wê wekî periyan bû. Bi narînî û bedewiyê kes nedigihişte wê.
Reklam
Ez Nizanim Çi Bêjim
Heval, ez bilûrvan im Dengê saza hozan im Ji we ez dilgiran im Ez nizanim çi bêjim Ez bilûra Marks im Dengê rista Bêkes im Ji hêvîyan avis im
Destgirtîya Xortan
Nalînek tê guhê min, lê winda û nihan e Agir berda dilê min, tev bû pêt û dixan e Barek da ser milê min, lê barekî giran e Dane ser hev kulên min, hemî derd û bela ne Dengê kê ye dinalî, nalenala welat e Dikî gazî, dikalî, rabin çaxê xebat e Kurd û Zaz û Celalî, tev de çê kin civat e Kes xwe medin vî alî, îro roja felat e Xortên Kurdan şiyar
Pirîsk Û Pêtî
ma ku çav bigîhêjin hev dê cîhan firehtir nebe? ji hevşabûna destan dê kulîlk û kevok newelidin? xwina kolanan hînî zêmaran bû, bi kurdi li singa xwe dide û tenê ji bo erzanbûna xwe digirî.. ma îcar dê çawan nehilçenin zarok di xewnên xwe de? û wê çima lal nebin di nîveka leyistikan de, hitikên ku ji dengê teyaran dibehitin? lewra aşitî hîna nebûye nexweșiya vebayê, û rihê gulê û negiștiye ber deriye hemî dilan..
LÛRÎ Dilem zar û hezîn e, çûn nê nalem? Wicûdem ateşîn e, çûn nê nalem? Be mû waçen kî çûn çend nalî? Çû mergem der kemîn e, çûn nê nalem? KURMANCÎ Dil im jar û xemgîn çawan ne nalim? Canê min dişewite, çawa ne nalim? Dibêjne min çawan û çend dinalî? Ku merg im di kemîn çawan ne nalim?
Reklam
275 öğeden 21 ile 30 arasındakiler gösteriliyor.