Mela rabe, evîna te
Giha ber rendeşa zanîn
We, rê winda û şev tarî
çi Geylanî çi şîrazî
Serî hilde binêr çawa
Gihane jorê ezmana
Me gewher perçe kir îro
Ez Û Bilbil Bi Gul Û Yar Navdar In
Nîşanê Evînê Ne Tenê Ne Dildar In
Dost Û Yar Du Dar In, Payebilind Û Şîn
Dostanî, Dilbijî Di Nav Da Pêtî Û Ar In
Evîndar Her Yek Rengekî Dixwazin
Hin Dilbijê Sorgul Û Dilbijê Reşxar In
Evîn Kanî Ye, Şêrîn Û Tehlî Tê Da Yek So
Lê Li Hawir Beden Û Çember Û Dîwar In
Ji Wê Kaniyê Cihokek Tê Ser Dilê Hejar
Pêlên Pêşi Xweş In, Lê Ên Paşî Dijwar In
Evîna Dil, Te Dil Kiriye Birîndar
Bihara Min, Hemî Zer Bûn Gul Û Dar
Me Ew Rojên Ciwanî, Dan Bi Tolik
Ketim Heştê, Ji Nû Ve Bûm Evîndar
Diran Û Çav Dil Pêk Ve Şikestin
Û Porê Min Spî Bûye Bi Yek Car