“Dayê ez dimirim ji bo we
tu negirî...
ez ê rojekê bi klamên Şakiro
welatekî azad bînim ji we re
negirî dayê negirî...”
Ne klamên Şakiro qediyan
Ne şer
Ne jî girînên dayika min a reben...
Birçîtî
Belengazî
Koletî
Mirinên reş ketibûn para me
Êş û elemên cîhanê dabûn destên me
Derd û kulên komkirî avêtibûn ber lingên me
Lê ya rast
Tu tişt
Tu felaket
Wekî dengê xayinekî me nediêşand
Me parçe parçe nedikir…