Gava li kêleka mirovî yekî ku ji mirinê mezintir hebe wê çaxê tu şerr û ceng û herb nikare çavê mirovî bitirsîne, gava li kêleka mirovî yekî ku ji mirinê mezintir hebe wê çaxê şerr govend e, ceng henek e, herb lîstikek e...
Gava baweriya însên bi aqilê wî re dibe yek rêya azadiyê li ber wî vedibe û ew dibe mirovekî azad. Wê çaxê jibo bidestxistina azadiyê du tiştên gelekî pêwîst hene, yek bawerî û dudu aqilmendî. Ne bawerî û ne jî aqilmendî her yek nikarin bi tena serê xwe azadî û serfiraziyê binîn.
Êş mirovî ronî dike. Êş mirovî spî dike.
Ger bi "derew"an wê bi sed hezaran mirov li dora min kom bibin ne lazim e, ez naxwazim! Rastiyek ji hezar derewî hêjatir e, mirovekî rast ji hezar mirovên derewîn hêjatir e...