chi po non vo chi vo non po chi sa non fa chi fa non sa et cosi Il mondo mal va Ascoli piceno 1529
Sal 2008. Hozan Dîno, Hozan Aydin, Hozan Kawa û orkestraya wan ji bo konserek diçin Hewlêrê. Ew hemû bê sebir bûn. Ji ber ku ew hunermendên ku bi salan ji welatê xwe dûr bûn, vedigeriyan welatê xwe. Wan ji pencereya balafirê, hilhatina roja azad û çiyayên Kurdan temaşe dikir. Her kes bi coşî hêviya peyabûna ji balafirê bûn. Hozan Dino difikirî: "Em ê ji balafirê peya bin. Polîsên Kurd, bi me ra bi Kurdî bipeyivin. Em ê pasaportên xwe bidin wan. Xatirê xwe ji wan bixwazin. Birevin û axa welatê xwe maç bikin." Wisa bû. Ew ji balafirê peya bûn û polîsên kurd ew bi Kurdî silav kirin. Hozan Dîno pasaporta xwe û ya hevalên xwe hilda û dirêjî polîsan kir. Lê belê ji nişkêva tiştek bû. Polîs çûn, hatin, hevdu ra bi telefonê axivîn. Dawiya dawîn polîsek tirkman hat û got hûn nikarin têkevin Hewlêr. Hûn ê bi balafira xwe ya hûn pê hatin, dîsa vegerin. Heke hûn venegerin, bi zorî em ê we bişînin. Hemû şaş û metel man. Ew vegeriyan welatê xwe lê belê polîsên welêt wan wek terorîst hesiband û hilnedan welêt. Hozan Dîno û hevalên wî bi xemgînî li balafirê siwar bûn û vegeriyan. Piştî çend saetan, Hozan Dîno gihîşt Holandayê. Ji balafirê peya bû. Polîsekî Holandî, bi rûyekî ken û dil germ wî pêşwazî kir û got: "Tu bi xêr hatî mala xwe."
Reklam
Ev stran, ji bo komkujiya Dêrsimê ya sala 1938'an hatiye nivîsandin. Ger hûn guh bidin vê stranê, hûn ê fehm bikin ku ev stran ne straneka dîlanê ye. Ne straneka govendê ye... Lê hin 'hunermend' vê stranê rû bi ken û bi coşî disitirin. Hezar heyf ji wan ra. youtu.be/RkA_ICh7VAg
Farai cosi o no
11 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.