Mehmed Uzun di pirtûka xwe ya bi navê "Dengbêjlerim" (Dengbêjên Min) de, berê xwe dide kaniya herî kûr û zelal a çanda kurdî: Antolojiya dengbêjiyê. Ev berhem ne tenê lêkolîneke li ser
Ez dibêjim qîz û xortên vê serdemê nizanin evîn an hezkirin çi ye bi çi rengî ye de bila guhê xwe bidin van dengbêjî û stranên kevnare kû evîn çi ye bi çi rengî ye bi çi nazenînî tê neqişandin li dil û mêjî dibe dîl wê gavê wê ji ber xwe û vê evîna bûye benîştê devê zaroka fedî bikira şerm bikira fehêt bikira heyfa nivşê vê serdemê û heyfa vê serdemê ku kesek nizane jîyana xwe di serdemeke wisa rengîn dewlemend hêsan bi hurgilî bineqişîne sed hey û sed mixabin …!
"Kurê min guhê xwe baş bide min, dengbêjî tenê kilam gotin û guhdar kirin nîn e. Dibê tu rastiya gotinê wan kilaman jî bizanibî. Heke tu dixwazî bibî dengbêj, kilaman biafirînî divê tu dîrok û serpêhatiya wan kilamên ku em dibêjin jî baş bizanibî. Kilamên ku em dibêjin piraniya wan ji ku hatine? Kê ew serpêhatî û dîroka me xistiye kilamê dengbêjiyê û afirandine?"