mimoz

Jiyaneke ku kêlî û saetên wê, bi tirsa mirinê hatibê dagirtin çiqasî jiyan e? Jiyaneke wisa ji mirinê jî ne xerabtir e? "EZ ÎRO JÎ NEMİRİM"
Tatil planı hazırsa sıra okuma listenizde!
Bu yaz yanınızdan ayırmak istemeyeceğiniz kitapları sizin için bir araya getirdik. 💬 Siz olsanız bu listeden hangisiyle başlardınız?
Di salên 90'î de ezmanên Êlihê bi ewrên reş û tarî hatibû dagirkirin. Êlih reş bû. Roj li nîvê ezman bûya jî, Êlih tarî bû, zilûmat bû. Êlih berê jî bi rengê reşiyê dihat nasîn. Ango bi petrolê. Lê vê reşiyê bi xwe re xêr û bereket dianî. Reşiya salên piştî 90'i bi xwe re xof û mirin anîbû.
Sibe,sibe,sibe!..Li vê dinyayê her kes hesabê sibeyên xwe dike. Tu dinêrî ku kale an jî pîr e û hatiye ber mirinê, lê hê jî ji bo sibeyan dixebite. Sibeyên ku wê qet nayên. Îro ji bo sibeyê tê fedakirin. Ahmet bilge Tu li ku yî?
Korbûn,ne bêçavî ye; nezanî û cahilî ye. Korbûn nemaze bi me Kurdan çi daye wendakirin,ku ez bahs bikim lênûsk têrê nake. Ha! Ez vê jî bibêjim: "ji bo dîtinê,tenê xwendin jî têrê nake. Xwendin asoyên nû bi me dide xuyakirin; tiştên nû dide keşfkirin? Tabû û şablonan serobino dikin?" Divê meriv bikeve dû van pirsan.
Gelo,ku ev bîrinîn her dem zindî bimane û hinek nehatibûna qewitandin, me yê rî û rûyê rihetiyê bidîta? Ez dibejim na. Ji ber vê yekê hin tişt hene, jibîrkirina wan baş e.