Korbûn,ne bêçavî ye; nezanî û cahilî ye. Korbûn nemaze bi me Kurdan çi daye wendakirin,ku ez bahs bikim lênûsk têrê nake. Ha! Ez vê jî bibêjim: "ji bo dîtinê,tenê xwendin jî têrê nake. Xwendin asoyên nû bi me dide xuyakirin; tiştên nû dide keşfkirin? Tabû û şablonan serobino dikin?" Divê meriv bikeve dû van pirsan.