Piştî vê proseya sedsala şanzdehem, di destpêka sedsala heftehem de zimanê kurdî, diyalekta goranî, di navçeyên din ên Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê, li saya desthilata Erdelaniyan de bi rêya şi'rê ve derket. Şairên wek Mewlewî, Besaranî, Xaneya Qûbadî... hwd bi vî rengî zimanê edebî şi'rên xwe pê nivîsîn. Lêbelê di destpêka sedsala nozdehem de ev şêwe zimanê edebî lawaz bû. Li Başûrê Kurdistanê de û li sayeya desthilata binemala Baban li Silêmanî şêwe zimanekî din ya edebî, dîsa wek şi'rê ve derket ku di destpêkê de şairên wek Nalî, Kurdî, Salim û Mewlana Xalid şi'rên xwe pê nivîsîn û îro roj bûye şêwaza zimanê edebî li başur û rojhilatê Kurdistanê de zimanê nivîsînê ye.