“Agir, mirovî dişo Doktor, dişo! Evîn piçekî ji agir e. Te disoje û te dişo. Pak dike. Tu qirêj di ruhê te de namînin. Ji xwe dilê ku leke pê ve hebin, evîn nikare tê de vehewe. Divê berê pak bibî paşê evîndar. Nexwe tenê tu sîya wê dibînî, kopîya weê dibînî û ev jî azareke gelekî sersam dide te.”
Sayfa 244Kitabı okudu
Ba bi xwere demê tîne Dewran bi ber pêlên deryayê dikeve û dibuhire Tenê dilê bi daxa evînê disoje wek xwe dimîne
Reklam
Deylan
Hê !!? ji min dil herişandê, Suhtiyê arê teme, Hiş û aqil şewişandê, Sews û bîmarê te me, Bêt li min binhêr çi roje, Eşq hinavan pir disoje, Zar kû neyarê te me, Her çima ji min bi nazî?
Piştê Tu Çû • Mehmet Hacioglu
Te mal bar kir bi hewarî Hêvî bûne qet û parî Roj li min bûn qîl û tarî Mam bêşemal piştê tu çû Dil şewitî şûbhê neftê Sewta min çû qatê heftê Xwezî b`hata melkê mewtê
Gotineke hûr… jîyaneke dûr… rewşeke kûr… Evîn… Dil, bi tenê dilê reben wê disoje Dil wê vedixwe dilop bi dilop Dil we dimêje ji mêjîyê ‘işqê Dil wê dikuje Dil wê dide ber beroşka rehên jîyanê Evîn… Dil û gotin Evîn Dil dişo ji her tiştê li dijî xwe Pê li derîyê dil kirine evîn Ji xwe ji xwedîyê xwe re razîbûn… Evîn… Guleke kevnar ‘edeteke nû Xwe avêtina behraye evîn Ji bo rabirdûya xwe
gerdûnê dîsa te kul kir, derd û efxanên di dil bayê kerbê te li ser kir, nalîn û feryadên di dil ketme baxçê nûristanan çûme nav rez û bîstanan diçim cem pîr û ciwanan, kêm nabin zarînên di dil dicivin li ser hev dilînan, dizarin her wekî dînan dilivin şubhê birînan, hayho û hewarên di dil kî dibê evîn ne kor e, ne pejnek ji sêla sor e
Reklam
15 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.