Dayika min, delala min
agir ketiye li mala min
Tu çû û ez bi tenê hiştim
Dil disoje, te ez kuştim
Ez hîn zarok im, ez çi bikim
her tiştê ji Xwedê tê ez dizanim
Niha serê xwe ser çoka kê deynim
Kes wê ji min hez bike wekî te nizanim
Ez ji bîr nakim qîrîna vê roja reş
Destên te, rûyê te, Dengê te yê xweş
Diya min were , xewna min bike geş
Dinya ye bidin min jî, nabim keyfxweş
Bi xatirê te diya mina bihuşt
Emelên Xwedê bêqisûr in gişt
Di bejin bav her tişt e lê dayik pişt
Te kurê xwe li vê dinyayê sêwî hişt
..
Erdal Dersim