"Fermana Fileha"
Keşeyê Dêra Cimarê gotin stand û peyivî; -Şêx Mihemed, îro em mêvan ê te, li ser cilika te ne. Bi salan e ku em ji hev re cîran in, bi salan e ku em hevdu nasdikin. Her çiqas dînen me cihê be jî me ji hev re rumet nîşan da. Em cîran in, kirîv in. Derîyên malê me li hev dinêrin, zarokê me bi hevre dileyîzin. Em bi zimanekî dipeyivin, zimanê me jî Kurdî ye. Ji her tiştî zêdetir em diparezin Xwedayek î. Hûn li camî yê, em li dêrê li ber eynî Xwedayî destê xwe vedikin, ji eynî Xweda yî re lave dikin. Di şîn û şahîyên xwe de jî heta îro em bi hevre bûn.. Belê, belê heya te ji felaketa bi serê me da hatî, ji "Fermana Filehan" heye. Xewa şeva ji me re nemaye, em ditirsin ku ev agir bi van der û doran jî bikeve. Hineka ji niha ve çav kirine mal û milkên me!..
Ermeni Soykırımı, 1915 (Kulp)
Resim