Puan vermedi·352 syf.····Okunma: 16 Ocak 2021 22:08 Kurtasîya Romanê
Muzeferê Subhdem ji aliyê rejîma Iraqê bîst û yek salan di zindanê de dîl têgirtin.Seryasê Subhdem kurê Muzefer beriya ku bavê wî bikeve zindanê, ji dayik dibe. Weqta ku ji dayik dibe diya wî dimire. Gava ku bavê wî dikeve zindanê Seryas emanetî hevalê xwe serokê şoreşê Yaqubê Sinewber dike. Di şoreşê de du zarokên Yaqûbê Sinewber ji jinekê çêdibin diya wan jî dimire, ji ber ku ev zarok nemeşrû ne Yaqubê Sinewber van her dû zarokan dixwaze ji xwe dûr bixe. Bi navê Seryasê Subhdem her dû zarokê xwe û Seryasê Subhdem dide mêrikekî û dixwaze mêrik wan bide sê malbatên ji hev cûda û ji hev dûr. Mêrik wekî nîşane sê hinarê ji şûşe ji bo zarokan çêdike ev nîşane ji bo dîtina wan ji Muzeferê Subhdem re dibe rêçek.
Muzeferê Subhdem ku ji zindanê derdikeve dixwaze kurê xwe bibîne. Bi alîkariya Îkramê Kêw xwe digihîne Seryasê yekem. Lê Seryasê yekem ku ji alîyên hevalê wî û zarokên bêkes ên bazarê wekî Profesorê Erebokan û Marşal tê binavkirin ji aliyê polêsekî hatiye kûştin.
Muzeferê Subhdem jiyana Seryasê yekem û Mihemedê Dilşûşe ku hevalê Seryase ji Xwişkên Spî (Şaderya û Lavlak bi peymanekê heta dawîya jiyana xwe, xwe û Seryasê Yekem wekî xwişk û bira dibînin) û hevalên Saryas ên bazarê hîn dibe. Saryas û Mihemedê Dilşûşe ji zaroktiyê ve hevalên hev in. Bi hev re di sînor de mayin û bombeyên ku di şer de hatine bikar anîn top dikin û difiroşin. Karekî zehf talûkeye lê bê xetere derbas dikin wan salan. Pişt re tên bajar û jiyana xwe di nav zarokên bazarê de derbas dikin. Ji ber zanebûn û jîr bûna Seryas zarok wî wekî rêberê xwe didîtin. Di dawîyê de jî Seryas ji bo wan li hember polêsan radibe û tê kuştin.
Mihemedê Dilşûşe rêhevalê dilpak, xwediyê mifteyên deriyên xeyalî. Di şeveke baranê de lehî wî dibe ber deriyê Xwişkên Spî bi dîtina Lavlavka Spî aşiq dibe. Lê Xwişkên Spî bi hev re soz dane ku tu carî aşiq nabin û nazewicin.Eşqa Lavlavka Spî wî dilê Mihemedî ji şûşeyê ku di şêr û pevçûnan de neşikestiye dişikîne û eşqa wê wî dikûje. Ne şer û pêvçûn lê eşq wî dikuje.
Seryasê Mezin (Duyem) ku peyamekê bi navê Seryasê Subhdem ji rodyoyekê re dişîne û ev payam tê xwendin Mihemedê Dilşûşe û Seryasê Yekem rêça wî dişopînin û wî dibînin. Bi hev re hevaltî û biratîyê dikin. Bi alîkariya Nedîmê Şahzade ciyê Hinara Dawîya Dinyayê hîndibin. Li bin hinarê şev û rojên xwe ên herî xweş derbas dikin. Muzeferê Subhdem hebûna Seryasê Duyem ji Xwişkên Spî û hevalên Seryas hîn dibe û dixwaze wî bibîne. Lê dîtina Seryasê Mezin ku jiyana wî di nav caş, diz, çete û endamên partiyê de derbas bûye ne mimkine. Ew di rêze çiyayekî de di zindaneke tarî de ye. Ew di wî şerê birakujiyê hovane de hatiye dîlgirtin. Ew û Muzeferê Subhdem bi rêkirina kasetan dikevin têkiliyê. Bi rêkirina kasetan qirêjiya şer û jiyana xwe vedibêje. "Em diketin ser wan birayên piçûk û bêguneh ku me gotinek ji hev re negotibû, ewên ku bi zimanê me hawar dikirin "me nekkujin"... wiha digotin û me singoyên xwe di dilê wan diçikikandin. Ne xençerên xwe yên tûj di bin çeneyên wan de diçikandin. Ewên ku berdewam bûn di bazdanê de me ew bi guleyan dihingavtin." Muzeferê Subhdem wî li wir dihêle û dide pey şopa Seryasê Sêyem Piçûk) .
Gava ku Muzefer, Seryasê Piçûk dibîne ew di nav zarokên bermahiyên gaza kimyewî de li saziyekê ne. Odeyên ku tije zarokên pî û mil jêbûyî, zarokên kor, ker, lal û şewitî. Seryasê Sêyem jî di nav van zarokan de ye. Ser û çavên wî şewitî ye û nikare biaxive. Lê siûda wî heye ku wê piştî çend rojên din wî bibin Awropa ji bo derman kirina birînên wî. Muzeferê Subhdem jî ji bo bavîtiya xwe ji vî zarokê birîndar re bike dide dû, berê xwe dide Awropa. Û wisa roman bi dawî dibe.
Hinara Dawiya Dinyayê jî wekî romanên Bextiyar Elî ên din bi zaravayê Soranî hatiye nivisîn. Besam Mistefa vê romanê ji Soranî wergerandiye Kurmancî.(2017)
Bextiyar Elî bi vegotina lehengê romanê yê yekem Muzeferê Subhdem, rastiyên civaka Kurdên Başûr di salên 1980 û 1990, bi bûyerên di jiyana her sê zarokên xwe(?) bi teknîka realîzma efsûnî romana xwe nivisîye. Yanî rastiyên civakê bi awayekî xeyalî hûnandiye. Her lehengek çîrokek wî heye.Her çîrokek rastîya vî welatî ye. Di nav niviskarên cîhanê de ê ku bi teknîka realîzma efsûnî roman nivisîye yek jî Gabriel Garcia Marquez e.(Yüzyıllık Yalnızlık).
Ez xwendina vê romanê pêşniyarî hemû xwîneran dikim.