we nehişt fêrî jiyanê bibim
we nehişt fêrî zimanê xwe bibim
bi qasî stêrên li ezmanî
dûr im ji rastiya xwe
bapîrê min digot
gundek me hebû li quntara çiyayekî
niha hilweşiyaye bûye kavil
xwedê zane ew dara gûzê jî çûye
her ku we got
'kuro hovo ekrad!'
her ku we pişta xwe da min
mehdê xwe ji min xeland
min fêm kir ku ne ji we me
ne cihû ne ereb ne reşik
tu kes bi qasî me berbelav nebûye
nehatiye dûrxistin ji ser axa xwe
li vira
li vê dojeha we diyarî min kirî
ne ev dest yê min e êdî
ne ev dil ne ev ziman
yê diya min jê fêm nake
yê kalê min jê hêrs dibe
ev deng yên birayên min in
yên xwişkên min
yê wek guvguva bagerê dizingîne guhê min
yê olan dide li seranserê cîhanê
yê pîne dike dilê min
yê min li jiyanê dihesîne
yê serûbin dike van koxkên we layiqî me dîtî
ez hew razî me
hûn bijîn li wan qesran
kê m--- xwend
û ez wiha birçî bê zar û ziman
bes bikin galegal
bila biheşta we ji we re be
min dîroka xwe divê...