Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Taybetiyên Serhildana Agiriyê
1- Cara pêşîn, serhildanek netewî di bin rêxistinek hevdem da hatiye sazkirinê û her wiha cara yekem li ser stratejiya "Şoreşa Demokratîk û Neteweyî", bernameya xwe ava kiriye. 2- Cara yekem Serhildana Agiriyê da ligel axa, şêx û begên bajarî, rewşenbîrên leşker û sivîl bi xurtî cîh girt. (Xoybûn) 3- Cara pêşîn, li Agiriyê ordiyeke bi kincên leşkerî, bi rutbe-nîşan û bi usûla leşkerî perwerdebûyî hebû. 4- "Konseya Şerê Agirî" hat damezirandin. Ev konsey, wek Parlementoyê dixebitî. 5- Di dîroka Kurdan da cara yekemîn, Kurda usûla gerîlatî bi kar anî. 6- Jinên Kurdan cara pêşîn, raste rast tevî şer bûn. 7- Cara pêşîn, alek netewî û sirûdek neteweyî hat bikaranînê. Navê vê alê "Ala serxwebûnê" û navê sirûdê "Agirî" ye. (Bi dengê
Brader Musiki
Brader Musiki
sirûda Agirî: youtu.be/S6kiYW2HRU4 ) 8- Xoybûn, ne tenê ji aliyê şervanî, her wiha ji aliyê jiyana civakî û burokrasî va jî xebitî. Serokkomar, walî, qeymeqam û hwd. hatin hilbijartinê. 9- Dadgeha netewî hat damezirandinê. 10- Ji bo ku yekîtî û ruhiyeta netewî ya li nav Kurdan bişkê, dewleta tirk gelek caran efûya giştî derxist. 11- Dewleta tirk cara yekem bi fîloya firokan(52 firok); gund, mal, kon, daristan, meriv, heywan, merg û zeviyên Kurdan gulebaran kir. 12- Dewleta tirk cara yekem tîmên taybetî şandiye serê Kurdan. Ew tîmên taybetî, Geliyê Zîla/Zîlan'da bi hezaran Kurdên sivîl kuştin. Çavkanî:
Gilîdax Bêxwedî Nîn e!
Gilîdax Bêxwedî Nîn e!
·
40 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.