Sal 1993, newroz e. Dewleta Almanya, tevgera azadiyê ya gelê Kurd qedexe dike. Heman demê da li Botan, gelê Kurd serî rakiriye. 2 jinên welatparêz bi navê Ronahî û Bêrîvan, dixwazin ku silavên xwe ji Botan ra bişînin. 22yê adarê ya sala 1993 li Mannheimê, agirê newrozê li ser laşê xwe vêdixin û agir berdidin xwe. Ronahî û Bêrîvan li pey xwe 2 name hîştin. Nameya xwe da wiha digotin:
"Em dizanin û bawer in ku ev agirê azadiyê ya me vêxist, bibe sedema vêxistina agirên mezintir. Bila laş û ramanên me, ji bo hemû gelê Kurd û mirovahiyê ra bibin diyarî."
Ji vê rojê şundatir, di zimanê gelê Kurd da hevokek cîh girt:
Ger azadî hêsan bûya, Ronahî û Bêrîvan xwe nedişewitandin.
8ê Adarê ji bo hemû jinên kedkar pîroz be!