li wir bimîne da ku ruhê min li ber keviya lêvên te bi azadî ji bo azadiyê bilîlîne li wir bimîne da ku darbesta li ser milên bagerê bi tenê nemîne li wir bimîne da ku dilê xwe derxînim xwîna xwe bi navê te vêxînim û nameyên evînê li ber lingên tirsa te raxînim li wir bimîne berî barana bêrîkirinê bibare berî bager biskên te bibîne li wir bimîne min bi ser xwe de birijîne û di ferhenga dilê min de bimîne youtu.be/_Ceiujm4yG4 Ehmed Huseynî
Kurdî
··1 alıntı·
335 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.