Ev pirtûk ji bo romana Kurdî pengavek gelekî xurt e. Di vê romanê de nivîskar piştî şoreşê dê çi biqewime, dê dûv şoreşê şoreşkar çi qasî dikarin hukm bikin, çawa hukm bikin bi me dide naskirin. Dîsa nivîskar heybet û hovitîya şerê birakujîyê, tundutujîya şer ji xwîneran ra vedibêje. Êşên şer, janên zarokên şer, dêrûnîya zarok, şervan, serok û girtîyên şer li ber çavên me raxistî ye.
Nivîskar bi zimanekî herikbar ev berhem nivîsîye û wergêr jî bi awayekî serkeftî erka xwe bi cih anîye.
Pîroz dikim pirtûkeke serkeftî ye.