Gulîzer;
Jîyan, rehîma qelbê der dike. Ji ber wê ye, xemgînîya me jinan çil cara radizê.Taqet ê me hemû caran têrê nake ku em êşên xwe li ber neynikê li şûşeya bîhnxweş ê da bicîh bikin. Lê te bi helbestên xwe destên xwe da qelbê min; ji cihê şikestî . Te min li ber dilê min da dest. Ev a cara yekem bû ku min tazîtîyeke weha şerm nekir.
.
Ji bo têkoşîna te, ez bi te serbilind im.
Tu serê xwe xwar neke, rake. Serkeftin zehftir bi te tê..
.
Min Gulîzer, bi vê pirtûkê ve naskir. Zimanê wê yê nivîsî zelal e. Bi gotineke sade, gelekî baş dest li rastiyê da ye. Carna êş û peyvê wê hev dû hembêz dikin, carna ji hev nefret kirine lê belê bêguman pişta xwe hev dû nezîvirîne. Em li vî nivîskarê xwe xwedî derkevin. Niha, dema ku ew dijî, ne li ser gora wê.
Rozê :) lêkolîna te xweş bû ye lê tu tiştan heznakî dirêj bikî , tiştê kurt têra te dike. Dawîya lêkolînê da te gotî ye "em wê niha bibînin , dema çû ser dilovaniya xwe na .."
Rast e ...
Mirov , dibê qedrê mirovekî vê demê bigre ...