Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

160 syf.
·
Puan vermedi
Lêkolîna Pirtûka Labîrenta Cinan
Nivîskarê pirtûkê Hesenê Metê di sala 1957' an de li Ergani'yê ji dayîk bûye. Û demekî dirêje ku li Swêd'ê dijî. Pirtûka wî bi navê Labîrenta Cinan jî di sala 1994' an de çap bûye. Pirtûk bi mamosteyê Kevanot û kevanîya wî Nergis ku diyarkirina mamostetîya wî li gundekî bi navê Gundê Dîna dertê dest pê dike. Li ser navê vî gundî jî gelek difikire Mamoste Kevanot. Û gava dighîjê vî gundê hanê bala xu dide gundîyan û zarokên wa û tedigîhîje ku, vî navî bi niheqî li wa kirine û bi hêvîyên mezin dest bi mamostetîya xu dike. Ji xu re difikire ku ê jîne ka wî gelek xweş li vî gundî ê berdewam bike. Lê hinek xeletî û çewtîyê zarokan di dersxaneyê de dibîne. Ji ber wan xeletîyê zarokan dikevê tekoşîne bı zarok û bi malbata zarokan re. Îcar di vê tekoşînê de mamoste xeletîyên wa gundîya rast kirîye an jî mamoste jî bûye yekî ji wan, gava ku we pirtûkê xwend, hûnê hîn bivin. :) Di pirtûkê de gelek navên cûda derbas dibin weka Gebran, Kevanot(qehremanê pirtûkê), Feqî Dimso, Sofî Dîno, Koko, Bodê...... Van navê cûda ji werê ê çawa were ez nizanim, lê ji min re gelek xweş hat. Û çîroka van navên cûda ku her yekî xwedîyê malbetekîne heye. Xwendevanên ku ji Cina ditirsin, dibe ku pirtûkê bixwînin jî li wa bandor bike, lê behsa bûyerên zêde ku xwendevan bitirse nake. Zimanê pirtûkê hêsane, xweş tê xwendin, xwendevanan dide meraqê.Bi min, pirtûkeke serkeftî bû. Pêşnîyarî dikim. Ezê di şîroveyê de hin peyvên ku di pirtûkê de derbas dibin tên çi wateyî binivîsînim. Bimînin di xweşîyêde
Labirenta Cinan
Labirenta CinanHesenê Metê · Peywend Yayınları · 201962 okunma
··
354 görüntüleme
Miheme okurunun profil resmi
Pîvan = hesaplamak Axo=ahır Seyr=xerîb, sosret, değişik Xwi= huy Notirvan=bekçi Col=davar, sürü Gwîn= beniz, bet Kund= baykuş Galegal=konuşmak Nîgar=wêne, resim Şêni= sakin, insan(bir köyün sakinleri gibi) Pêşgîr=havlu Dewx = baş dönmesi Mêj=çoktan Pest=sayıklama Guman=şüphe Payî=hişyar, uyumamış olan Ramedîn=uzanmak Didomandin=tekrarlamak Divarqil= kendine gelmek Bergeh=görü, perspektif Pêlik= ayaklık Nol= gibi, aynı, benzer Pêt=alev Oldar=dindar Pilepil=mırıl mırıl Tawanbar=sûcdar, suçlu, günahkar Kwir=kör Babet=cins Bawî=bir çeşit hastalık Aferîd=yaratık, canlı Bandor=tesir Gewrî=qirik, boğaz Haydar bûn =bilgilenmek Zend=el bileği Dudil=tereddütlü, ikircikli Bênder=harman Bêyom=uğursuzluk Heşaş=devbiken, rûken, yüzü Gülen Neynik=ayna Berg=cilt Xwrîk=meşgul Nemaze=bilhassa Alif=êm, hayvan yiyeceği Efser=subay Norandin=mırıldanmak
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.