Gönderi

ŞER E, ŞÎN E, ŞAHÎYE... ew êdî Xwedê dizane bê çiye, lê ez nizanim. Ez nizanim bê li kuderê ye jî. Hawirdor tîr û mîna reşkonekî kurmanciyê tarî ye. Agirekî bi revî, agirekî bi rengên fodilî li binê vî reşkonî bilind hildikişe û li ser sûretê sofîyekî datê. Sofîyekî ji herdu çavên xwe kwîr, di vê tariyê de û li pêş vî agirê pîrozwer çog dane erdê û li ber defa sîngê xwe elbaneyekê tilî dike. Bi eşq û hunereke welê diricifîne ku meriv dibêje qey bi agir re ketiye şer û qayîşê, meriv dibêje qey agirperestekî dema Medan e û bi agir re digirî, dilorîne û bi agir re direqise. Bi vê ricifîna elbaneyê re şingeşingeke îlahî bi wan hemû xelekên hundirê qasnaxê elbaneyê dikeve, ji navê û berjor ew jî xwe pê re ba dike û reşiyên li dora şahra serê wî di ser hev de pêl didin.
·
52 views
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.