Gönderi

Puan vermedi·102 syf.··
2021 18. kitabı
Pirtûk ji me re behsa sedsala 20’an dike . Wekî kitêba “şivanê kurmanca “ qala zilm û zora axa û begleran dike. Lê vê carê navê serleheng ne Ereb Şemo ye , Morof e.Peşkekî jî dişibe pirtûka “înce memed”. Li aliyekî besha şoreşa Bolşevîkan tê kirinê û aliyeki jî axa zordestiya xwe li ser xulam û gundiyan zêdedikin .Morof ji ber zilma axayekî direve û dikeve ber zilma axayekî din. Dengê morof zehf xweş e û xwe jî xortekî zehf cindî ye . Ji ber vê pir dikeve çavan û axa dixwaze wî bike dengbêjê xwe . Morof ji tirsa axa neçar diminîne dibe dengbêjê axê û li civat, şevbuhêrk û di lacên dengbêjan de qira dengbêjan dîne kesî efû nake :) ji ber wê dilê keçên gundî dikeve wî û dilê qîza axê jî . Li aliyekî jî axa kembera zorê dişîdîne li ser gundiyan êdî morof vê zilmê qebûl nake û planekî datînin û gundî tev direvin êrmenîstanê , xwe xelas dikin.
MorofElıyê Evdılrehman · Lîs Yayınları · 201211 okunma
·
328 Gösterim
2 Yorum
Lütfen giriş yapınız.
Ez jî dikim xwe wê stadartê durxim. Herêma Serhedê xwe fêmdikim. Ji ber wê ser herêmê din disekinim ku hemîyan sewraxt bim.
Mala te dubare dubare ava. Bi rastî nirxandinê te pir serkeftinê. Tu her hebî. Min Eliyê Evdilrehman xwandiye li Morof na. Ji ber wê ez ê ser nivîskar herim :) serî de İnce Mehmed a kekê Yaşar 1955 Şivanê Kurmanca 1835 de çapbûye. Şibandina van her sê nivîskarê normale ber ku hemî jî xelkê heman axêne derd û kulên wan, nêrîn û çavdêriyên wan yek e. Eliyê Evdilrehman Şer Li Çiya de bêtir devokî û bêtir ser hûrgilîyên zargotinê sekinîye. Yanê dûre Standardê ye.
Zembîlfroş
Gönderi Sahibi
Erê , ji xwe ez kitêbên durî standartê hez dikim