Dibêjin;
Rojekê ji rojan, kesekî şivan bi rêyekê de diçû, nexweşiyê pê girt, bi bandora nexweşiyê re ket û mir. Piştî demekê kesekî din ê ciwan lê belengaz rastî wî hat. Xortê ciwan çû ser termê şivên, destê xwe avêt damara wî ku bêhn nade, fehm kir ku camêr miriye. Nêrî ku hebanek di stûyê wî de ye, destê xwe avêt hebana mirî, nêrî ku çend dûkim (tehtî) nanê şikeva yê nerm û baqek pivazên hêşîn di hebanê de ne, zilam fikirî û got;
- Nan pir, pîvaz pir; gelo çima mir?