Gönderi

Ev lê lê ye. Hê lo lo maye
Dibêjin; Rojek ji rojan, mirovekî kurmanc û yekî tirk ji hev re bûne rêheval. Dibêjin riya wan gelek dirêj bû. Dema ku dawiya ken û henekên wan hat, ê tirk di dilê xwe de got; - Ez vî kurdî bixapînim ku, tinazên xwe pê bikim. Ji ê kurd re got; - Bira, wer em li hev siwar bin, kesê ku ji ê din siwar bûyî, bila stranekê bibêje, heta ku strana wî xilas bûye, bila ji ser pişta ê din be. Ê kurd got; - Bila. Ê tirk got; - Ewil ez. Ê kurd pêşniyaza wî qebûl kir, ê tirk li pişta ê kurd siwar bû. stranên ku wî zanîbûn, hemû bi hev ve kirin û weke ku stranek be gotin, lê hê nîv saet jî neajot, dor hate ê kurd. Vê carê ew li pişta ê tirk siwar bû, di dilê xwe de got; - Evê nezan stranê çi zane. Dest avête guhê xwe, got; -Lê lê lê... Saetekê bi tenê, "lê, lê, lê..." digot. Ê tirk gelek aciz bû û got; - Xilas bû? Ê kurd got; Min niha dest bi stranê kir, ev lê lê ye. Hê lo lo maye.
··1 quotes·
1,044 views
Zelâl okurunun profil resmi
Dayikamın carna hersâwi te mêra dêbeje evna lê lê ye lo loj maye 😂👏
Serhevde okurunun profil resmi
Malbata me jî her dem wiha dibêjin û behsa vê çîroka xweş dikin. Em hemû vê çîrokê dizanin lê dîsa jî her dem pê dikenin 😂
2 next answer
Filozof mazikeen. okurunun profil resmi
Halay nasıl cekilir onumu anlatıyorsunuz mevzu ne 😂😂
5 previous answer
Serhevde okurunun profil resmi
Zelâl
Zelâl
te baş wergerandiye. Pîroz dikim 👍🏼👏🏼
1 next answer
Bu yorum görüntülenemiyor
Bu yorum görüntülenemiyor
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.