Ez nikarim bêjim min bîriya te kir lê ez dixwazim te bibînim
Ez nikarim bêjim ez ji te hez dikim lê ez dixwazim tu her li gel min bî
Ez nikarim bêjim neçe lê dikim ez dîn bibim
Ez nikarim bêjim tu evîna min î lê rondikên bêdeng dirijînim
Ez nikarim bêjim were lê ji hesreta te dîn dibim
Ez nikarim bêjim tu gula min î lê ez bûme bilbilekî lal û bê deng
Ez nikarim bêjim tu xeyala min î lê tim tu bi min re yî
Ez nikarim bêjim tu delala min î lê dikim xwe bikujim
Ez nikarim bêjim tu karxezala min î lê tim di kemîna te de me
Ez nikarim bêjim tu mêkewa min î lê tim li ber hêlîna te me
Ez nikarim bêjim tu bedewa min î lê nikarim çavên xwe ji veguhezînim
Ez nikarim bêjim roniya çavê min î lê ji xeynê te tiştek nabînimEz nikarim ti tiştek bêjim ji bo te lê ji bo te dijîm
Were bibe zimanê vî lal î
Were bibe dilê vî dîn î
Were bibe jiyana vî miriyî