Carna hin heval min rexne dikin. Dibêjin: "Ev der cîhê pirtûk xwendinê ye. Tu vê derê wek twitterê bi kar tînî."
Erê rast e. Ez vê derê wek twitterê bi kar tînim ji ber ku ez twitterê pir hez dikim.
Lê mixabin "time'a kurdî" ya twitterê min pir aciz dike. Kesên pir baş tê da hene, belê. Lê gelek kes an li pey fenomenbûnê ne, an jî li dû kur û qîzan direvin. Dema dikevim time'a kurdî, an qala çaya qaçax dikin, an dibêjin ez birçî me. Keçên por xelek, wêneyên xwe parve dikin û dibêjin: "Ax çok çirkinim". 15 heb mêr şîrove dikin: "Çok güzelsin gula çiya"
Carna kurik wêneyên xwe yên bi cilên kurdî parve dikin, vê carê jî keç şîrove dikin û dibêjin: "Pır ğuşıke bebekâmın". Jixwe li wê derê her kes fîlozof e. 2 3 hevokan li rex hev dinivîse û dibêje: "bugünde böyle". Nizane -de cuda binivîse lê belê xwe fîlozof dihesibîne.
Naxwazim dirêj bikim û we aciz bikim. Êdî heçê kesê min bi vî tiştî rexne dikin ez ê vê nivîsê jê ra bişînim. Ji ber ku êdî pir westiyam 😁