Min li ber min
Û li ber sehera serê sibê neşermîne
Bila qulingê Evdal
Stûyê xwe netewîne
Bila melodiya bilûrê
Meqamê xwe negirîne
Bila dibistana dil
Pênûsa xwe neşikîne...
Seydayê Sûretvan
Ka tu rabe hêlana li xwe hilîne
Vê xeyalê li min pir nebîne
Dilê xwe li min birehmîne
Ji min re sûreteki binexşîne
Veke derê turikê huneran
Îro
Îro bila
Kanîya pênûsa te
Xeyalên min bi herikînê
Îro bila dilê min
Bi dinyayê re
Xweşiyê bikewîne...