Gönderi

Dengbêj Şakiro dema 6-7 sali bûye li Cemalvêrdiyê ew û kekê wî Salih demançeya bavên xwe bi dizî ji mal hildigirin û pê dilîzin. Kekê Dengbêj Şakiro, Salih jî bi qesta listikê berê demançê dide wî û berdidê. Ji diranê kursî yek dipeke aliki çeneya wî birîndar dibe, gule di alîkî sîngê wî de dimîne. Piştî birina ser doxtor û tedawîkirinê baş dibe. Xalis Begê kurê Evdilmecid Begê ji bo tedawîkirina wî hewlek balkêş dide. Lê ev bûyer li ser Dengbêj Şakiro bandoreke mezin dihêle. Heta dawiya temenê xwe bi awayê kuxikê lê der dibe.
Rûpel 34
·
384 görüntüleme
Serhevde okurunun profil resmi
Loma Şakiro dema disitire carna dikuxe
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.