Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

165 syf.
·
Puan vermedi
Dê Û Bav Em Tawanbar in
Ol çi ye? Ol bo çi ye? Ola me ola mezinên me ye an a Xweda ye? Ol a civatê ye an a ferdan e? Em olê çawa dijîn, A em dijîn ol e an gerdîş e? ... Ne hemî be jî giştî ya civatê, îslamê serwext nabin. Giringî didine tevgerên nimêjê lê wateya sûreyên dixwînin nizanin. Quranê ji bo mirîya dixwînin, ji bo nexwaşîya dixwînin, didanin ber serê zarokên xwe lê ne wergera wê dixwînin ne jî tefsîra wê meraq dikin. Ew peyvên xweda wek tilsima bikartînin.Ew kesên havilperest in. Çima wiha dikin? Ji ber ku mezinên wan jî wiha dikirin. Xuya ye ku ev ne ola Mihemed ji wan agahdar kirî ye. Ev ola gerdîşperestî ye. Bêpirs hemî tiştên mezinên wan kirî ji olê hesibandine û bi xwe jî wisa jiyane. Kesên pirs dikin jî ji olê aforoz dikin, wan wek şeytên dibînin. ... Pirsgrêk çi ye dê û bav çima tawanbar in? Pirsgêk ew e ku dem ne dema berê ye, dem guherîye zarok guherîne. Meraq dikin, pirs dikin, dixwînin û çewtên dê û bavên xwe dibînin lewma ji îslamê dûr dikevin. Ji ber ku îslamê bi tirsa, bi guneha, bi herama ji wan re vegotîne. Îslam ber çavên wan bûye " Ola Na yê." Ne tenê dê û bav, ku bandora civatê hemî li ser zaroka/ciwana hebe em hemî tawanbar in. Dê û bav em tawanbar in ji ber ku me îslamê wek ola gerdîşperestîyê nîşan da zarokên xwe. Lewma ew oldar bûnê wek paşvexwezî dibînin.
Anne Baba Biz Suçluyuz
Anne Baba Biz SuçluyuzAli Şeriati · Fecr Yayınevi · 20131,285 okunma
··
1.050 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.