Gönderi

Gulfiroş, Min go Gulfiroş... Bihar e, min got li ber çavên min diyar nebe Him şev û him roj! Ji te memnûn im Li derdora konê min negere û gaziya neke û gulan nefiroş ! Ji ber ku îro ez penaber im. Qeflên gulan ji pêşiya çavê min reben nekegulfiroş! Naxwazim lê binêrim ji ber ku îro ez penaber im... Ez dikarim tovên gulan li gulistana xurbetêbiçînim Lê îro ez li vir im, sibe kî zane ez li kur im ! Buxçika min li ser milê min e ez ê herim ûherim, Min ne bawer e careke din ezê vegerim. Ji ber ku îro ez penaber im! Li her wargehekî min gulek çand. Lê mixabin îro, çavê xurbetiyê kor be! Çimkî ji rengê gulên xwe bê pêjn û bê xeber im... ฯFerhat Merde
··
184 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.