Bizan ku min yar tu yî
Dil jê birîndar tu yî
Ez kuştim yekcar tu yî
Kubkub li min yar çar tu yî
Bi dest û hem yar tu yî
Pir li min kubar tu yi
Ê b’xezeb sendî ez im
Di qeyda benda ez im
Xweş qeda elîa tu yî
Cama peyala tu yî
Xweş-bejn û bala tu yî
Delal di mala tu yî
Berbextê tala tu yî
Nîmetê ala tu yî.
Ê b’şewqa xala tu yî
Daîm dinalî ez im
Zar zar dikalî ez im
Harot di çalî ez im
Dûr ji wî halî ez im
Yar di xeyalî ez im