Hevalno ez dixwazim tiştek ji we bipirsim. Hûn di jiyana xwe ya rojane da qertafa pirjimariyê (-an) çawa bi kar tînin?
Ez ji Bazîdê me û li Serhedê gelek bajar geriyam. Li her derê wek -a bi kar tînin.
Bo mînak em dibêjin
"Min hevala dît" nabêjin hevalan.
An jî "Ez ji zaroka hez nakim." nabêjin zarokan.
Li cem we çawa ye? Hûn dikarin binivîsin?