10/10
·276 syf.··
Beğendi
·
2021 47. kitabı
·
7 günde okudu
·
Okunma: 02 Ekim 2021 23:00
Di serî de gelek spasîyê xwe ji Mamoste Rênas re dikim ji ber ku dîsa pirtûkêk bêhempa dîyarîyê me kurdan kirîye û wêje yê kurdî de dema pirtûkên usa baş dibînim gelek keyfa min tê. Di pirtûkê de pirsgirêkên kurdan hema bêje bi tevahî hatîye nivîsandin û ji ber wî her xwendevan ji jiyana xwe de parçêk tê de dibîne. Tiştê ku vê pirtûkê cûdatir dike ji bo min, pirsgirêkên di nav kurd û tirkan de, dewleta tirk û polîtîkayê ku li ser kurdan dimeşînê ne tenê ye. Gelê tirk ji di her alî de; li kargehê,li zanîngehê,li sûkê û heke yekê kurd bi tirkêk re zewicîbe li malê jî li ser kurdan dixwazin desthilatdarîyê bikin ,jîyana wan biguherînin û dive her tiştî li gorî dilê wan bijîn. Di vî pirtûkê de jî faşîzm û desthilatdarî pir baş hatîye rexne kirin.Dema pirtûkê dixwînî carna hêrs dibî,carna dikenî,carna xemgîn dibî û dema pirtûk xilas dibe pirtûk di hembêz a te de xwe di nav xeyalên rewşa kurdan de dibînî.
Kurdî
Kavirên AnarşîstRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 202117 okunma
··
608 Gösterim
Yorumlar
Lütfen giriş yapınız.