Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

Ha li çiyayê Mûşê,ha li pişta darê dergûşê... Dibêjin, Jin û mêrek hebûn,rojekê jin ji mêrê xwe dixeyîde.Dema ku dibe êvar,nivînên xwe û mêrê xwe ji hev vediqetîne.Jinik du qat nivîn radixe û dergûşa zarok dixe navbera herdu nivînan.Mêr li aliyekî dergûşê,jin jî li aliyê din dikevin nav nivînan da ku razên. Xewa mêrik nayê,dibêje: -Hayhayî.. Jinik dengê xwe nake.Vê carê mêrik dibêje: -Ax,ax... Jinik dibêje: -Mêrik,dîsa çi bû,tu wisa di kûr de axîn û keseran dikşînî? Mêrik dibêje: -Jinik ez şeva din li ku bûm,ez îşev li ku me? Ez nekim axîn kî bike axîn? Jinik dibêje: -Tu şeva din jî îşev jî di bin vê banê de li heman odê bûyî.Hey Xwedê mala te xira kiro,di navbera me de bi tenê ew darê dergûşê heye! Mêrik dîsa axînek kûr dikişîne û dibêje: -Jinê,kezîkurê! Piştî ku em ji hev dûr man,ha li Çiyayê Mûşe,ha li paş darê dergûşê,ma çi ferq heye...
·
117 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.