Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Gönderi

104 syf.
·
Puan vermedi
Kurteanalîzek li ser pirtûka "Demsala Nan"
Ev pirtûk ji şeş çîrokan pêk tê lêbelê çîrok bi hev ve girêdayî ne û lehengê wan jî bi gelemperî yek in herwiha leheng di çîrokan de diguherin lêbelê serlehengê me yek e. Ji ber vê taybetiya xwe dema mirov pirtûkê diqedîne mirov tama romanê jê hildigire lewra bi vê taybetiya xwe dişibe romanan. Min Elî Eşref Dervîşiyan bi xêra vê pirtûkê nas kir û ez bi nasîna wî gelekî gelekî kêfxweş bûm. Zimanê wî gelekî xweş û germ bû. Lehengên pirtûkê bi her awayê xwe Kurd in herî zehf jî bi rengê lawaziya xwe, xizaniya xwe... Ev çîrok çîroka wan kesên ku ji şerm û edeba xwe li kuncikê jiyanê di bin siya bêedeban û kesên bi hêz û dewlemendan de mane ye. Çîrokên xizaniyê, çîrokên dilpakiyê ne herwiha wijdan û sinc bi ya min ji xizaniyê bêtir bûne mijar di van çîrokan de. Mirov bi van çîrokan fehmdike ku gerdûn pir neguheriye lê balkêş e di heman demê de çîrok hêviyên mirov jî xurt dikin di derbarê guherîneke paqij de. Zimanekî fesîh, edebî û rasteqîn heye di çîrokan de. Nivîskar ji edebiyata Rûsan gelekî sudwergirtiye lêbelê ev sûdwergirtin tu carî nebûye qopyakirin herwiha nivîskar cil û bergên Kurdî pir xweş li şêwe û vegotina xwe kiriye li gor min. Min tama çîrokên Çehov girt ji van çîrokan. Dixwazim tiştekî jî li vê nivîsê zêde bikim. Nivîskar di şayesandina xwezayê de nexasim di ya rojê û deman(spêde, sibe, nîvro, esir, êvar...) de gelekî serkeftî hat ji min re. Gelek caran çîrokên xwe bi şayesandina xwezayê qedandiye û diyar e ku çavdêriyeke xurt pê re heye lewra dengên xwezayê û mirovan jî gelekî xweş û edebî di nav vegotina xwe de bi cî kiriye. Di serî de Xwedê rehma xwe li Elî Eşref Dervîşiyan bike û mala wergêr Zulkuf Ergûn û Nûbiharê ava be ji ber ku min û Elî Eşref Dervîşiyan bi hevdu dan naskirin. Ezê bi kelecan pirtûka wî yî Abşûran jî bixwînim.
Demsala Nan
Demsala NanAli Eşref Dervişyan · Nubihar Yayınları · 20213 okunma
·
238 görüntüleme
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.