Gönderi

Tu bihata  Himbêzek ramûsan man li keviya çêm Te gotibû îşev ez têm, Îşev, beriya hîv dagere kevan... Ma gund raneza, ma sa ranezan Xayînê, tê bihata... Dilê min sed carî di sînor werbû! Tu bihata, kaniyek din li Xanikan zêde d'bû Tu bihata, Nêrgizlokê j'êvar de rêber bû Tu bihata, xewlecî bû binê pirê; Kîjan xofê nehişt ku tu bidî rê Xayînê, tu bihata Ev dil li dû te Binxet nedibû! . Gava kela dilê min radibe, gav dil dîn har dibe, gava derd û xemên xerîbiyê û dinyayê li dil dibin bar û serbar, hêdîka, bi îtîna, bi hezkirineke kûr, wek kitêbeke pîroz radihîjim yekê û dest bi xwendinê dikim, dixînim, dixwînim heta sebrê dixapînim û bi helbestekê dilê reben aş dikim… Irojî dil wek mihîneke kihêl rabûye pêdarê, dibê bi çend hekbestan aş bikim, bînim rayê.
··
564 görüntüleme
Bu yorum görüntülenemiyor
Yorum yapabilmeniz için giriş yapmanız gerekmektedir.